Ronahiyek li ser kurdên Xorasanê

|
AVESTA – Ji bo ku em xwe nêzî kurdên Xorasanê bikin, me hinek agahî û gelek fotograf û vîdyo berhev kirine.


Mixabin ku di derbarê kurdên Xorasanê de mirov rastî gellek agahiyan nayê, di gera xwe de tenê rastî li du hevpeyvînan hatim û em ê bi riya van agahiyan xwendevanên xwe ji kurdên me yên ku li Xorasanê dijîn nîzîk bikin.

Di vîdyoya Muhsên Mîirzade, Mehbûbe Sûad Temend û Murad Hesenzade mirov dê nasbike ku çiqas kurdên Xorasanaê ji Kurdistanê nêzîk in.

Ji hevpeyvîna bi Şoreş Reşî re (Institutakurdi.com):

Bi kurtî mirov dikarê bibêje ku navê Xorasanê tê maneya cîhê rojê; ew yeka him jî alî xwezayî û dîrokî ve him jî ji alî olî ve bi rojê ve tekîldar e.

Meşhed paytextê eyaleta Xorasanê ye. Bajarekî nêzikî pênc mîlyon nifûsa xwe heye û navenda şîîtîyê ye. Wek te zanîn Tirba Îmam Riza (817) li wire. Ji gelek alîyên dinyayê mirov tên serdanê. Kesê tê vir dibe “Meşhedî” ango “hecî”. Tê gotin ku 400-500 hezar kurd jî li vî bajarî dijîn.

Her kurdekî Xoresanê dengbêjek e. Tu milet mîna kurdên Xorasanê ku hez ji mûzikê dikin û dengbêj in min nedîne. Di xwîna wan kurdan de û di rûhê wan de mûzîk û sitranbêjî heye.

Rewşa aborî gelek xirab e. Çandinî nîne, lewra erd û av kêm e. Hinek malbat bi xwedîkirina pez û darên meywe û dewaran xwe bi xwedî dikin. Lê ew jî zikê kesî têr nake. Ji alî aborî ve devletê ew dorpêç kirine, tenê mizgeftên nûjen avakirine... Ne fabrîke ne jî tiştekî xelk pê zikê xwe têr bike ava nekiriye. Rîya ji xelkê re vekirî jî Tiryaq e !!! Ji Afganîstanê gelek tiryaq tê, xelk kom bi kom bûne mûptela; zarok jî êdî bi kar tînin û li hinek deveran gund bi temamî bi kar tînin. Êdî wek şermekê jî naye dîtin, bervaja cixare şerm e! Ew jî polîtîka dewletê ya li hember însanên me ye û bi vî awayî dixwaze wan ji hêzê bixe.



Zarav, bi giranî Kurmancî ye.Li Kelatê hinek Lor hene lê gelek kêm in. Yên dinê li Xorasanê bi temamî Kurmanc in.

Rewşa kulturê ne başe, tenê Tewahûddî xizmeteke bê hempa daye; xwendevanên zanko jî kovareka bi navê “Kurmanj” û “Dengê Kurmanc” derdixistin. Hinek şaîran pirtûkên helbestan nivîsîbûn. Lê ne şaşbim ji salê carekê cejna kulturî ya mezin li dar dixin. Giranî muzîk be jî her cûreyên kulturî li wir têne pêşkeşkirin. Sedema pêşneketina çandê yek nezanî ye, ku li wir zêde girîngîyê nadin dibistanê. Ya din jî aborî ye. Aborîya xelkê gelek xirabe û ew jî astengeke mezine li pêşiya pêşketina çande.



Ji Hevpeyvîna Kelîmullah Tewehûdî û Kakşar Oremar, Azadiya Welat:

Kurd kengî, çawa û çima hatin Xorasanê?

K. Tewehûdî: Kurdên ku niha li Xorasanê ne di çend pêvajoyan de hatine Xorasanê. Elbet pêştir ji viya jî (yanî pêşiya îslamê) Kurdên ku li Xorasanê mabûn, li vê herêmê pirbûn. Ji ber ku heta bi Sultan Mehmûdê Xeznewî re jî Kurdên Xorasanê çûne şerê Sumera, çûne Hindustanê. Piştre dîsa leşkerê Kurdan bi Sultan Mesûdê Xeznewî û Tuxrol Begê Selcûqî re di herêma Quçanê, Nawiqê û herêmên din yên derdora Quçanê de, şer kirine. Kurd beriya vê koça dîrokî ku min di pirtûka xwe de navê wê danîye ( Hereketê tarîxîyê Kurd bê Xorasan_ Meşa dîrokîya Kurdan ber bi Xorasanê ), min behsa li ser koçkirinê ji çaxê Sefewîyan û ji çaxê desthilatdariya Şah Îsmaîl Sefewî destpêkiriye. Carê dîroka beriya vê bila bimîne di pirtûkekê de ku navê wê( Kurd der tarîx _ Kurd di dîrokê de ) min nivîsandiye û emê tevê berhev bikin bo weşandinê.

Firdewsî di Şahnamê de pir behsa Kurdan kiriye û ez naxwazim bikevim wê mijarê.



Niha li Xorasanê bi serhev da çiqas Kurd hene?

Di vê derbarê de ku çiqas Kurd li Xorasanê hene heya niha amar (ankêt)ek çênebûye. Di çaxê Nadir Şah de erknişînên Meşhedê Kurd bûne. Li wira hemamên wan hebûne, mizgeftên wan hebûne, lê piştre hatine helkirin û bûne Fars û Tirk. Dema ku Helakoxanê Moxûl hat Îran girt, destûr da ku hemû navên Kurdî û Farsî ji holê rakin û li şûna wan navên Moxûlî û Tirkî danin. Eviya jî derbeyek mezin li ferhenga netewên Îranê da. Dema Şah Ismaîl jî (ku dayika wî ji Tirkên Aq Qûyinlo bû) û ew bi zimanê Kurdî jî diaxivîn, lê zimanê dayikê li ser wan pir bi teisîr bû û bi tirkî diaxivîn. Zimanê Tirkî wî çaxî pir teisîr kiriye. Çaxê Riza Şahê Pehlewî jî xwîndingeh bi zimanê Farsî bûn û Kurd di vê navê de pir hatine asîmîlekirin. Ji bona wê jî niha pir bi zehmete ku mirov bêje çiqas Kurd di Xorasanê de dijîn. Di çaxê Qacarîyan de ji sedê 25 (25%) hejmara nifûsa xelkê Xorasanê Kurd bûn. Niha mirov dikare bêje yek milyon û 200 hezar Kurd li Xorasanê dijîn. Ciwanên Kurd niha pir pêş ketine. Mezintirîn navenda kombûna Kurdên Xorasanê Tehran û Meşhede.

Têbînî: Em gelek spasiya birêz Evîn Çîçek dikin ku çavên me li kurdên Xorasanê vekirin û bi Malpera CSSK em agahdar kirin, di malperê de hûn dikarin gelek agahî û bi dehan vîdyo li ser mûzîka kurdên Xorasanê bibînin.